‘
BERLÎN- Li paytexta Elmanya Berlînê, endamên TCŞ’ê bi armanca sala nû weke sala Rêbertiya azad bi nav bikin û berxwedêrên zindanan silav bikin, çalakiyek li dar xistin.
Endamên TCŞ’ê li Yorkstr’ê ku yek ji cihên herî qelebalix ê Berlînê ye, hatin cem hev û derketin ser rêya jorîn a bajêr û gotina Rêber Apo ya ‘ME BI CIWANTÎ DESPÊKIR EMÊ BI CİWANTÎ SERBIKEVÎN’ hatibû nivîsandin. bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê yên girankirî yên li ser Rêber Apo û pankarta bi nivîsê daliqand. Her wiha alên PKK’ê û alên Rêber Apo li gel pankartê hatin rakirin. Ciwanan bi qîrîna dirûşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe, Ciwan Fedaî Rêber Apo ye, Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Zindana, Frei hat für Öcalan (Ji Ocalan re Azadî) bi fîşekên hewayî çalakiya xwe bi dawî kirin.
Endamên TCŞ’ê yên Berlînê di peyama xwe ya nivîskî de wiha gotin: “Di sala nû de bi berxwedana ciwanên Kurd û têkoşîna destanî ya têkoşerên azadiyê re, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Kurd di sala 2024’an de.” Hat gotin.