BEHDÎNAN- Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Zapê de, leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate cezakirin û 1 mobesse hate rûxandin. Her 3 çeper hatin xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:
Daxuyanî wiha ye:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
30’ê Kanûnê saet di navbera 09:00 û 18:40’an de dagirkerên ku xwestin li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî tevbigerin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Di 31’ê Kanûnê saet 12:00’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û 1 dagirker hate cezakirin.
31’ê Kanûnê saet di navbera 14:40 û 15:40’an de dagirkerên ku xwestin li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî bikevin tevgerê, bi çekên giran hatin gulebarankirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
31’ê Kanûnê saet di navbera 14:30 û 15:30’an de hêzên me yên YJA Starê li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî mudaxeleyî çalakiya helîkopteran kirin.
1’ê Çile saet 07:00, 12:00, 12:20 û 16:50’an de li herêma Berxwedana Girê Cûdî dagirkerên bi çekên navîn ên otomotîk hedef hatin girtin û 3 çeper hatin derbkirin.
1’ê Çile saet 15.00’an kamerayeke mobeseyê ya li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe, gaza kîmyewî û dronên teqemenî;
Di 30 û 31’ê Kanûnê de çeperên me yên şer ên li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê, 3 caran bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
29, 30, 31’ê Kanûnê û 1’ê Çile Deşta Kafya, Yekmalê, Gûzê, herêma Şiyê ya herêma Garê 6 caran, Şêlazê, Golka, herêma Dergelê ya herêma Metîna 5 caran, Girê Rostê, Şehîd Şerîf, Ava Lolanê, herêma Sinînê ya herêma Xakurkê 18 caran, qada Berxwedana Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê 2 caran, herêma Zapê ya Şehîd Îbrahîm 1 caran, bi giştî 32 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
Di 30’ê Kanûnê de herêma Xakurkê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.
Herêmên Zap, Şehîd Delîl, Zap Rojava, Metîna û Xakurkê bi topan bomberdûman kirin.
2 Çile 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê