AMED – Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê fanêle û goreyên bi destên xwe ji bo Rêberê PKK’ê Rêber APO çêkirin, ji Îmraliyê re şandin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” de ji bo Rêberê PKK’ê Rêber APO fanêle û gorê çêkirin.
Fanêle û goreyên hatine çêkirin piştre ji Rêber APO ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re hatin şandin.
TJA’yê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Aktîvîstên me û endamên Dayikên Aştiyê yên Amedê di çarçoveya kampanya ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve’ de di sala nû de fanêleyên ji Pêşengê Modernîteya Demokratîk Rêber APO re hatine çêkirin, bi PTT’ê ji Îmraliyê re şandin.”