Îro yekitiya jinên ciwan yên herêma Firatê bi boneya salvegera 11’emîn ya şeş jinên şoreşger û pêşeng li navenda ciwan ya Şehid Bawer hatin bibîranîn.
Di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser rihê şehîdan hate girtin. Ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firate Neda Şahî li ser têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylamez, Fîdan dogan, Fatma Ûyar, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir axifî û wan bi rêzdarî bi bîranî.
Neda Şahî diyar kir ku; “Dijminê jinê yê ji azadiya jinê ditirse ku wê dawî li desthilatdarî û her cûre hovîtiya wan bîne, di şaxsê pêşengên me yên jin da xwestin hêza jin îradeya jinê tune bikin û jinan bê îrade bikin. Lê dijminê hov negihîşt armanca xwe ji ber li pey sê hevalan bi hezara gelan daketin qadan û her dem soza xwe li beramberî şehîdan dûbare kirin. Her dem wê tola wê were rakirin û wê tu caran xwîna şehîdan li erdê nemîne”.
Di heman demê de bal kişand li ser berxwedaniya Şehîd Sakîna Cansiz ku li zindanê Amedê bê hempa li hemberî faşizmê da meşandin. Her wiha li ser Şehîd Leyla Şaylemez jî got ku; “Ew pêşenga jinên ciwan e ku têkoşîna xwe di emreke ciwan de bi awayeke aktîf her doman”.
Di dawiyê bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana heval Sara hate temaşe kirin. Bi pêxistina findan û bi dirûşmên Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî ve bername bidawî bû.