KOBANÊ – Îro endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê ji bo rêxistin kirina û xurt kirina xebatên komînên ciwanan li gundê Donxiz ya girêdayî navçeya Til Xezal a Kobanê civînekî li darxistin.
Tê de erkên her ciwan di nav komînê xwe de û bi taybet erkê parastinê warê xwe hatin niqașkirin. Plansaziyekî ji bo xizmet kirina gund û ji bo xwe perwerdekirinê jî hat dayîn. Di civinê de ciwanên gundê Donxiz, Hairbun u endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a xetê şerqî (rojhilat) ya Kobanê tê de hazir bûn.
Piștî ku civin qediya ciwanên gund bi hev re sînevîzyonekî li ser șehîd Sakîne Cansiz (Sara) temaşe kirin. Sakîne Cansiz pêşengê Tevgera Azadiyê Kurdistanê bû û di 9’ê Çileyê 2013 de ji aliyê dewleta faşîst a Tirk li Parîsê hat şehîd xistin.