ELÎH- Şaxên Ciwanan ên HÛDA PARê ji bo piştgiriya Filistînê li Elîhê meşek li dar xistin. Du kesên pêşengiya meşa ku alayên Xilafetê lê hatibûn vekirin bal kişand. Wêneyên meşê di medyaya virtual de rastî bertekan hat.
Şaxên ciwanan ên HUDA PARê ku bi dîroka xwe ya bi xwîn nêzî Hîzbûllahê (JÎTEM) tê naskirin, li Elîhê meşa bi navê ‘Neviyên Selahedîn Eyûbî ji bo Xezzeyê dimeşin’ li dar xist. Du kes bi hespên xwe, alayên xîlafetê ango ‘Kelime-i Tevhid’ hilgirtibûn, ku di van demên dawî de bû sedema nîqaşan.