REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqayê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013 (Şehîd Sakînê Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez) çalakiyek li dar xist.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Beşdarvan ji aliyê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Letîfe El-Hesen ve hatin pêşwazîkirin û piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Leyla axivî li ser jiyana şehîdan û berxwedan û têkoşîna wan. Piştre beşdaran mûm vêxistin û sînevîzyonekî li ser şehîd Sakînê Cansiz hate pêşkêş kirin.
Çalakî bi berz kirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.