KOBANÊ – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Qînê û li gundê Bîr Omer yên girêdayî bajarê Kobanê civînên li ser her sê şehîdên komkûjiya Parîs a 9’ê Çileya 2013 (Şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) li dar xistin di bin diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî”.
Li Qînê Yekîtiya Jinên Ciwan bi Kongreya Star ji hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser û TEV-DEM re civîn li dar xist. Civîn bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana tevahî şehîdên şoreşê despekir. Endama Kongra Star bi navê Suad li ser jiyana Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) axivî. Pistre sîneviziyonekî li ser şehîd Sakîne Cansiz hat temaşe kirin.
Li gundê Bîr Omer ya girêdayî navceya Şêranê jî ji bo biranina her sê jinên şoreşger ku li peytexta Fransa Parîsê bûn hedefa dewleta faşîst a tirk civînek hat li darxistin. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Nûşeng Elî axivî û berxwedaniya van şoreşgeran da diyarkirin. Di heman demê de sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna şehîd Sakîne Cansiz hat temaşe kirin.