HESEKE – Îro li bajarokê Dirbêsiyê Yekîtiya Jinên Ciwan bi Kongreya Star re şehîdên komkujiya Parîs a 9’ê Çileya 2013 (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez) bibîranîn, di bin diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serixe Azadî” de.
Bîranîn, saet 4 evarê, bi amadebûna nêzî 30 kes, bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana tevahî şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê mûm hatin pêxistin û berdevkê Yekîtiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê li ser tekoşîna her 3 şehîd axivî. Piştî wê sînevîzyonekî li ser jiyana şehîd Sakîne Cansiz (Sara) hat temaşekirin.