NAVENDA NÛÇEYAN – Welatiyê bi navê Xelîl Hemo bavê şehîd Perwîn e ku sala 2015`an li Kobanê şehîd bûye û 6 zarokan e. 4 caran bi Rêber Apo re rûniştiye. Cara yekemîn sala 1987`an li pîrozbahiya pêngava 15`ê Tebaxê li akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a Beyrûtê bû. Cara duyemîn sala 1989`an li pîrozbahiya Newrozê li Beyrûtê bû. Ya sêyemîn jî di heman salê de dema Rêber Apo bi gelek welatiyan re civiya, Hemo jî di nav wan de bû. Cara dawîn jî sala 1990`î li paytexta Sûriye Şamê bû.
Xelîl Hemo beriya ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê di salên 80`î de nas bike û tev lê bibe, endamekî Partiya Komunîst bû.
`HEVDÎTINA MIN MÎNA XEWNEKÊ BÛ`
Hemo têkildarî serpêhatiya xwe got: “Di salên 80`î de bi rêya hevalên xwe û bavê xwe ku di tevgerê de, di lidarxistina civînan û belavkirina fikrê tevgerê de kar dikin, min, Tevgera Rizgariyê nas kir. Ji bo min ez Rêbertî bibînim û tev li gerîla bibim, xewnek bû. Ez pir li dû xewna xwe ya yekemîn çûm heta min anî cih. Lê li ser daxwaza Rêbertî xewna min a duyemîn pêk nehat.”
Hemo wiha domand: “Ez endamekê Partiya Komunîst a Sûriyeyê bûm. Lê dema min fikrên tevgera rizgariyê nas kir, bi cudahiyê hesiyam, kî li pey berjeweniyên xwe ketiye û kî hatiye hebûna gelê Kurd biparêze. Tevlêbûna min a tevgerê, jiyana min guhert.”
Têkildarî hevdîtina wî ya yekemîn bi Rêber Apo re Hemo got: “Ez çûm Beyrûtê. Rûniştina bi Rêbertî re xewnek bû û di pîrozbahiya 15`ê Tebaxê de pêk hat.”
Hemo diyar kir ku pîrozbahiyê de Rêber Apo ji wan re axiviye û behsa welatparêziyê kiriye. Hemo wiha pê de çû: “Gotinên wî ruhê berxwedanê di me de çand. Ji ber wê min xwest tev li gerîla bibim û bibim parêzvanê gelên herêmê û erdnîgariya wê.”
Xelîl Hemo dixwest bibe şoreşger û şervan û di nav gerîla de li çiyayên Kurdistanê tê bikoşe, lê l iser daxwaza Rêber Apo xebatên eniyê di nava civakê de meşandin. Der barê de Hemo wiha anî ziman: “Ji bo min çûyîna çiya, xewnek bû. Lê Rêbertî erkek da min û du hevalên din ku em fikrên tevgerê li herêmên Sûriyeyê belav bikin. Dema min ev erk red kir, got biçe karê tu bikî ji rakirina çek girîngtir e. Ji ber wê min daxwaza wî anî cih. Gelek caran ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve hatim girtin û nehiştin ez fêr bibim.”
Xelîl Hemo destnîşan kir ku wî di jiyana xwe de kesek mîna Rêber Apo “bêhempa” nedîtiye û got: “Xema wî ya yekane, gel di nav ewlehiyê de bijî. Ji me re digot, divê her yek ji we bibe rêber û parêzvanê azadiyê tenê wê demê dê bi ser kevin. Ger rojek were û komplo li dijî min pêk bînin, ez ji tiştekî natirsim ji ber ku êdî gelên herêmê li hember pergalên sordest serî hildane.”
`ARMANCA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ TÊKBIRINA XEWNA GELAN E LÊ BI SER NEKET`
Di dawiyê de Xelîl Hemo got: “Rêbertî, armanc dike aştiyê li seranserî herêmê vejîne. Ew rêberekî navneteweyî ye, ne tenê rêberê gelê Kurd e. Ji ber wê li dijî wî komplo pêk anîn. Bi wê komployê xwestin rê li pêşiya fikr û projeya wî ya demokratîk û aştiyane bigirin. Lê belê bi bin ketin. Îro bi milyonan li ser şopa fikr û felsefeya wî tê dikoşin. Dewletên komploger li hember vê jî ne rihet ji ber wê tecrîd li ser giran dikin ji bo ku gelên herêmê vegerîn serdemên tariyê.”
Xelîl Hemo herî dawî bang li azadîxwazan kir ku dakevin qadan ji ber ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya bindestan e.