BEHDÎNAN– Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Komîteya Dîplomasiyê ya KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çile 2013′ an de li Parîsa paytexta Fransa li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hatin qetilkirin. Bi boneya 10. salvegera şehadeta bibîranîn; Diyar kir ku ew ê hesabê van qetlîamên bi xwîn ji dewleta Tirk bipirsin.
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha ye:
“Di 11’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin, di serî de fermandara xwe ya pêşeng rêheval Sara, yek ji kadroyên damezrîner ên Partiya me û hevalên tevgera jin û ciwananşervanên azadiyê yên bê hempa Rojbîn û Ronahî bibîrtînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê bi têkoşîna ku wan radestî me kirine, serkeftinê bînin.
Tevgera me ya azadiyê bi paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo ji bo jinên cîhanê bi taybet ji bo jinên Kurd bûye hêviyê. Îro jinên ku ji Rêber Apo û felsefeya wî bawer in li dora Rêber Apo bûne yek û xelekek şoreşgerî ya ku nayê şikandin ava kirine. Rêber Apo ku azadiya jinê li hemberî zîhniyeta serdest a mêr û zîhniyeta zilam fehm kir û hemû nirxên azadiyê yên di şexsê wî de derxist holê, îro bi êrîşa hemû hêzên hegemonîk re rû bi rû ye. Tevî vê konsepta êrîşê jî, partiya me PKK îro di pêşengiya berxwedana jinê de hêza herî berxwedêr a Rojhilata Navîn e. Ji ber ku tevgera me ya azadiyê jî weke rêheval Sara bi kevneşopiya jinên têkoşer, şervan û berxwedêr tê xwedîkirin. Baweriya bi Rêber Apo tê wateya eşkerekirina serkeftina dawî. Em şeklê herî hêsan ê vê rastiyê di kesayeta rêheval Sara ya yek ji fermandarên xwe yên pêşeng de dibînin. Rêheval Sara yekemîn jina ku bi Rêber Apo bawer kir û pê re meşiya ye. Tevî şert û mercên dijwar ên serdemê û zextên fedayî yên civakê, rêheval Sara hevrêya yekemîn e, yekemîn fermandara jin û pêşenga me ya yekemîn e ku wêrekiya xwe ya bi Rêber Apo re meşandiye. Bi baweriya xwe ya bi serkeftina di rêya azadiyê de bû yê ku me di vê rêyê de bi rê ve birin û weke kumpasekê rêya gihiştina azadiyê diyar kir. Artêşa me ya jin di encama ked û hewldanên mezin ên Sara û rêhevalên wê de derket holê. Jinên PKK’yî yên ku pêşengiya şoreşa jinê kirin, bi têkoşîna Sarayan mezin bûn, pir bûn û li cîhanê belav bûn. Îro bûye hêviya herî mezin a jiyan û azadiya hemû jinên cîhanê bi taybet jinên Rojhilata Navîn.
EM Ê Jİ DIJMIN WEKE SARA HESAB BIPIRSIN Û BİQEHERÎNIN
Bêguman pêşketinên têkoşîna azadiya jinê û pêşketin û destkeftiyên artêşa jinê ya îro bi ked û hewldanên giran ên Rêber Apo û rêhevalên wî yên yekemîn rêheval Sara derketiye holê. Baweriya heval Sara ya bi vê armancê û asta ku di vî şerî de bi dest xistiye ji bo me hevalan destkeftiyek mezin e. Di şexsê Sara de em fêrî xwe bûn, têkoşîn kirin û ji her berxwedanê bi ser ketin. Têkoşîna me ya azadiya jinê û artêşbûna me ya ku bi Saras dest pê kir, îro bi berxwedana gerîlayên jin ên li hemû çeperên Kurdistanê li ber xwe didin, serkeftinan bi dest dixin. Şûnwarên Sara yên ku li zindana Amedê tif kirin li hemberî zilm û faşîzmê, îro jî mîna Sara bê tirs êrîşî dijminên xwe yên li her derê Kurdistanê dikin. Kesayeta jin a şervan, berxwedêr û teslîm nebû ku bi pêngavên şoreşgerî, bi taybetî di tunelên şer de, bi taybetî li Bakur û Başûrê Kurdistanê derket holê, bê guman berdewamiya kesayeta bêserûber a Sarayan e. Di vê wateyê de weke şervanên YJA Starê em baş dizanin ku asta xwe û destkeftiyên heyî deyndarê çi û kê ne. Hêzên YJA Starê, şopdarên Sara; Bi dîtina jiyanê ya mîna Sara, bi têkoşîna li dijî dagirkerên mîna Sara, bi tinekirina dijmin mîna Sara wê hesab bipirse. Di şexsê Sara de em ê serketinê bi şerê xwe yê azadiyê re bînin û ji zîhniyeta serdest a mêr a ku nikare hebûna jina azad tehemûl bike, hesab bipirsin.
EM Dİ WÊ ÎDIAYÊ DE NE KU TÊKOŞÎNA XWE YA JİNÊ BIGIHÎNIN HEMÛ JİNÊN CÎHANÊ
Jin li hemû cîhanê têkoşîna Sara weke têkoşîna xwe dibînin. Têkoşîna jinê ya ku di pêşengiya jinên Kurd de dewam kiriye, di şexsê rêheval Sara de li tevahî cîhanê bûye gerdûnî. Çawa ku Rêber Apo diyar kir, di şexsê Sara de şênber bû ku azadiya civakê bi azadiya jinê pêkan e. Di vê rastiyê de baweriya ku azadiya bi şoreşa jinê pêk tê zêde bûye û mayinde bûye. Li ser vê bingehê em îdia dikin ku têkoşîna xwe ya jina azad a ku rêheval Sara pêşengiya wê kiriye, bigihînin lûtkeyê û bi jinên cîhanê re bigihînin hev.
Berxwedana jina azad a ku bi Sara destpê kir, di pêşengiya fermandarên me yên pêşeng ên weke Leyla, Axîn, Hêjar, Ardem, Doga, Havîn, Jîndar û gelekên din de derketiye asta herî jor. Erka dîrokî ya hemû gerîlayên YJA Starê ye ku li hemberî her êrîşa dewleta Tirk bi sekna rêheval Sara li ber xwe bidin. Ji ber ku Sara tê wateya şer. Sara tê wateya êrîşkirina dijmin, Sara tê wateya ku ji tiştên ku hûn dizanin û pê bawer dikin tawîz nedin.
Têkoşîna me ya azadiya jinê ku bi xwîn û keda rêhevalên me yên şehîd şopdarên rêheval Sara ne, hêzeke ku dijmin diqeherîne derxistiye holê. Weke hêzên YJA Starê em diyar dikin ku em ê tola Sara, Rojbîn û Ronahî, Evîn, Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû jinên di sala 2024’an de di têkoşîna jina azad de şehîd bûne hilînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê ala azadiyê ya ku ji Sara, Rojbîn û Ronahî mîrateya xwe wergirtiye heta bilindahiyê bilind bikin û hesabê van qetlîamên bi xwîn ji dewleta Tirk bipirsin.
BIJÎ RÊBER APO!
BIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊN AZAD YA SARA Û EVÎNAN!
BILA DIJMINÊ JINÊ YÊN FAŞÎST Û MÊTÎNGER BIQEHERIN