Bi sedan şêniyên Kantona Firatê şehîd Şahîn Elî ku di 28’ê Kanûnê de tevî 4 karkerên din di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser koneke karkerên Rojavayê Kurdistanê ku bîrên avê ji bo gundên Korê Simoqyê yê Şengalê dikolandin şehîd bûbû. Şehîd Şahîn bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.
Her wiha Şehîd Êrîş Berxwedan (Sadiq Şêx Ehmed) gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê 3’yê Kanûna 2023’yan di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li herêma Pêncewînê de şehîd bûbû, hat bibîranîn.
Di merasîmê de endama rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şêranê Bedîa Miho axivî û got: ” Şervanê me ji bo avakirina civakeke azad ji bo nifşekî tê dikoşiya û rêya berxwedanê dişopand. Lê dijminê xedar li her devera Kurdistanê êriş dike, lê dîsa jî li hemberî îrade û berxwedana gel û gerîla têk çûye.”
Hevserokê Yekitiya Ajokaran Ebduselam Mistefa axivî û wiha got: ” Va ye Şervanê me li hemberî duyemîn dewleta NATO’yê berxwedaniyê dike, ew dewlet li çiyayên azad bi bin ketiye, asê bûye û şikestiye. Dewleta Tirk bi hemû teknîka pêşketî êriş dike. lê îradeya me û berxwedana me hemû teknîk û êrşa wê têk dibe.”
Li ser navê malbata şehîd Şahîn Elî, Emîra Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser xwîna Kurdan berdewam dike, Geliyê Zîlan, Dêrsim û Komkujiya Koçgirî, bi hemû awayê dixwaze vê neteweyê tune bike û wiha got: “Va ye bi awayekî rojane herêmên me û Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran û bombebaran dike. Binesaziyên herêmê dike hedefa xwe. Lê me soz daya ku em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin.”
Piştî axaftinê wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Merasîm bi dirûşma” Şehîd Namrin” bi dawî bû.