HELEB – Bi boneya salvegera 11’emîn a şehadeta damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û pêşengê tevgera jin Sakîne Cansiz (Sara) û hevreyên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013 de li paytaxta Fransa Parîsê, di encama êrîşê îstîxparatên dewleta faşîst a tirk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her 3 şoreşgeran bi çalakiyan cur bi cur hatin bi bîr anîn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, di du kargehên dirûtinê de sînevîzyonekî li ser jiyan û têkoşîna şehîd Sara (Sakîne Cansiz) pêşkêş kir. Gelek xebatkarên van kargehan amade bûn.