REQA – Îro li bajarê Reqa tevgerên ciwanan ji bo xwendin û nîqaşkirina Hevpeymana Civakî ya nû ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev civîyan. Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşeroj, Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), endamên Desteya Ciwan û Werzîş, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan tê de amade bûn.
Di civînê de hevserokatiya Meclisa Rêveber a Parêzgeha Reqayê bi nûnertiya Şêx Mihemed Nûr El-Zîb û Zagonsaz Rehab El-Nafî û hevserokatiya Karûbarên Civakî Cîhad El-Hesen amade bûn.
Civîn bi armanca xwendin û nîqaşkirina 134 xalên Hevpeymana Civakî ya ku ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk ve hatiye derxistin hat li dar xistin, ku destûrek ji bo herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade dike û têkiliya di navbera rêveberiyan, û mafên gelên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger dike.