ŞENGAL – Îro li Digûrê ya Şengalê 3’emîn Konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi beşdariya sedan ciwanên Êzidî, Ereb û Tirkmenên Mûsil û Şengalê pêk hat. Di konferansê de ji derveyî ciwanên Ereb, şervanên YBŞ, Asayîşa Êzidxanê, ciwanên Telaferê yên Tirkmen jî amadebûn.
Berdevka Jinên Ciwan Êzîdî Avesta Adar têkîldarê konferansa, girîngiya wê û perspektîfên pêşerojê bi Nûçe Ciwan re axivî:
“Em îro wek ciwanên Êzîdî em li vê derê hezir bûn ji bo konferansa me ya 3’yemîn. Konferansa me di astekî baş de derbas dibe ji ber gelek nirxandin hatin kirin û gelek peyam ji derve Şengal hatin xwendin. Ez vê konferansê gelek girîng dibînim ji ber têkiliyê me bi ciwanên ji derve Şengalê jî çêbû û ew jî dibêjin “Me quweta xwe ji ciwanên Êzîdî girt”, ji ber 74 ferman li ser ciwanên Êzîdî hatin heta niha û ciwan berxwedidin. Em ji vî gelek kefxweş dibin ji ber her tim dewletan dibêjin ku ciwanên Êzîdî wek tiştekî girîng nabînin.
Li vê derê ciwan rêxistina xwe ava kirin, rêxistina ciwanên Êzîdî, li ser fikirê Rêbertî. Emê xwe perwerde bikin û fikirê xwe û rêxistinê xwe ji ciwanên dîtir re jî bidin nas kirin, fikirê Rêbertî bi ciwanên dîtir bidin nas kirin. Ev fikirê vê derê gelekî mezin e ji me re. Ciwanên dîtir jî li vê derê bin, li ba me hezir bibin. Hêviya me ji vê konferansê e ku vê sal bibe sala xêrê, bibe sala rêxistinkirina ciwanên Êzîdî û pêşketina ciwanên Êzîdî. Serkeftin.”