NAVENDA NÛÇEYAN
Hate ragihandin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di Operasyona Şoreşgerî ya li Zapê de gelek dagirker ceza kirin û çekên wan desteser kirin.
Operasyonên Şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Herêmên Berxwedana Serdemê yên Zapê dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin girtin, gerîlayan li Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Deralok li dar xistin. Hate hînbûn ku operasyona ku gelek dagirker hatin cezakirin û çekên wan hatin desteserkirin hê jî didome.