NAVENDA NÛÇEYAN – Derbarê çalakiyên duh yên Hêzên Parastina Gel (HPG) li Girê Amediyê li dijî arteşa dewleta Tirk a dagirker, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyanîyekî nîvîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re!
12’ê Çile saet 17:10’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî dagirkeran Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok hate lidarxistin. Li gorî agahiyên destpêkê; Mewziyên dijmin ên ku hate hedefgirtin bi temamî ji dagirkeran hatin paqijkirin. Gelek çekên dagirkeran hatin rakirin, çeper, konteynir, çek û alavên leşkerî bi agir hatin îmhakirin.
13 Çile 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê”