Endamên saziyên civaka sivîl û hevalên şehîd jî di nav de, bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Rustem Til Temir (Ebdullah Xidir Hemdan) li Pakrawangeha Şehîdan a li navçeyê spart axê.
Rustem Til Temir 10`ê Çileyê li navçeya Til Temirê dema erka xwe bi cih dianî li Til Temirê şehîd bû.
Li pakrawangehê ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd El Ehmed axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “10 sal in di oxira vê axê de me bi hezaran şehîd da. Em amade ne fedakariyên din jî bikin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ehmed Hesen El Hesen jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Bi hevgirtina me wê fedakariyên şehîdan vala neçin. Di demeke nêzî de wê serokê me azad bibe û serkeftin pêk were.”
Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin. Piştre girse cenazeyê şehîd Rustem Til Temir bi tilîliyên dayikan de spart axê.