PARÎS – Di 12’ê Çile de li paytexta Fransa Parîsê ji bo Kuluba Sporê ya Jiyan FC ya Rouen a Fransayê şeva piştgiriyê hat lidarxistin. Li ser navê klûbê Gulê Ayaz, Berdevkê Komîsyona Werzîşê ya KCDK-E Yuksel Koç, şampiyonê Almanyayê û şampiyonê nav parzemînê boksor Îsmaîl Ozen û gelek hunermendên Tev-Çand beşdarî şeva ku li Le Blanc-Mesnil hat lidarxistin bûn. Ulaş Kelaşîn, Seyda Perînçek, Sîpan Xelat, Nûarîn û Farqîn Azad jî ji çend hunermendên beşdarî şeva piştgiriyê bûne ne.
Şeva ku piştî 1 deqe rêzgirtinê li ser navê şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir, li ser navê Komeleya FC Jiyan Kurdistan bi axaftina Gulê Ayaz dest pê kir. Ayaz ev tişt gotin:
Me di sala 2009 de ev klûb wekî civakek ava kir. Îro du tîmên me yên mezin, du tîmên ciwanan, du hakemên fermî û du rêveber û rahênerên me hene. Me dest bi şampiyoniya futbolê ya lîga 4emîn a şaredariyan kir û niha di lîga bajêr de di rêza yekemîn de ne. Em her sal diçin lîga pêş. Em derbasî lîga sêyemîn a herêmê jî bûn, lê ev salek bû ku em rastî gelek zehmetiyan hatin, federasyona futbolê gelek astengî li pêşiya me dan. Em bûn şampiyon, lê ji bo ku em li dadgehê mafên xwe biparêzin mecbûr man ku parêzerek bigrin. Me dev jê berneda û doza me bi ser ket û derbasî lîga herêmî ya Normandiyayê bûn. Lê belê me tenê salekê karî di lîga herêmê de bimînin, ji ber ku sozên piştgiriyê yên ku ji me re hatibûn dayîn nehatin cih û tenê ji sedî 10 gihişte me. Budçeya me têra lêçûn, xercên hakem an jî heqê lîgê nedikir. Ji ber vê yekê em vegeriyan lîga pêşîn a bajêr.
Dîroka klûba me ji sala 1990î ve di heman şaredariyê de ye, lê niha ji me re dibêjin ku derfetên aborî têra peydakirina stadyumê nakin û divê em li çareyên din bigerin. Bê şik sedemeke din li pişt vê helwestê heye. Cîgirê şaredarê Canteleu tirk e. Sekreterê şaredariyê tirk e. Midûrê bazirganiya bajêr Tirk e. Her wiha konsolosxaneya Tirk zextê li şaredariyê dike. Nêzîkî 600 Tirk li Canteleu dijîn, lê nifûsa Kurdan tune. Ji sala 1982 heta 1996 tenê malbata serokê Jiyan Kurdistanê li Canteleu dijîn. Lê min û serokê klûbê dev ji navê Kurd û Kurdistanê berneda. Şaredariya Canteleu niha jî dixwaze ji me re bêje ku em navê şaredariyê li xwe nakin ji ber ku navê klûbê Kurdistan e. Diviyabû em vî navî biguherînin da ku wekî beşek ji şaredariyê xuya bike. Bi rastî, bi şertê ku em navê Kurdistanê rakin, ji me re pêşniyar hat kirin ku em bi klûbek din a herêmî re bibin yek. Helbet me ev pêşniyar red kir, ji ber ku me koka xwe înkar nekir. Navê Kurdistanê ji bo me pir girîng e, bi taybetî ku em li Parîsa Fransa du caran rastî êrîşan hatin û hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê me biryar da ku em bang li civaka Kurd bikin, hûn nûner û pêşengên wê ne.
Em ji bo berdewamiya klûba xwe û parastina nav û rengên xwe çi ji destê me tê dikin. Zext li serokê klûbê hat kirin ku ji Jiyan Kurdistanê derkeve. Lê ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku serokê klûbê bi salan e ji bo temsîliyeta nav û rengên Kurd û Kurdistanê di cîhana futbolê de têdikoşe.
Belkî, wek ku mirov dibêje, çima em li dû topeke bêqîmet û bêwate dikevin? Em wek Jiyan Kurdistan di cîhana werzîş û futbolê de nûnertiya nav û rengên Kurd û Kurdistanê dikin û nûnertiya civaka Kurd li Normandiyê dikin. Ji bo ku klûb neyê girtin 15 sal in em têdikoşin. Tevî zehmetiyên aborî jî heta îro me klûb zindî hişt. Em berdewam dikin ku navê Kurdistanê wek ala xwe hebe. Em hêvîdar in ku hûn bi me re bin û piştgiriya me bikin, ger ji destê we were werin maçên me temaşe bikin, ji ber ku ev peyama me ji Fransa re ye: Belê Kurd hene. Heger em piştgiriya hev bikin û bibin yek, em dikarin zêdetir deng û hebûna kurd û Kurdistanê xurt bikin û belav bikin.
Piştre Berdevkê Komîsyona Sporê ya KCDK-E Yuksel Koç axivî û wiha got:
Di salên 90î de li Ewropayê gelek kes û netewe klûbên futbol û werzîşê ava kirin. Mixabin me têra xwe guh neda vê mijarê. Bi biryara ku me di kongreya xwe ya par de girtibû, me tekez kir ku divê ev yek bê guhertin û di werzîşê de veberhênan bê kirin. Weke ku tê zanîn dagirker û zalim ji bo ku bigihin armancên xwe werzişê ji xwe re dikin hedef. Li ser werzîşê jî şerê taybet dikin. Hitler, Mussolni û Franco jî bi rêya werzişê hewl didin ku bigihin armancên xwe. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê îro bi rêya sporê hewl dide ciwanan dîzayn bike. Hewl dide ciwanên me ji nirxên wan dûr bixe. Ji ber vê yekê divê em li hemû bajaran werzîşê bi rêxistin bikin. Li Fransayê tenê tîmek me ya futbolê heye. Divê hemû gelê me yê welatparêz piştgiriya xwe ya ji bo Jiyan Sporê zêde bikin û ger pêwîst bike zarokên xwe bişînin maçan. Di serî de spasiya hemû gelê me dikim.
Koç di civînê de mizgîniyek mezin ji gel re ragihand û diyar kir ku xebatên avakirina federasyonê wê di meha Hezîranê de dest pê bikin.
Şampiyonê boksê yê Ewropa û navparzemînê Îsmaîl Ozen axivî û wiha got:
Bi vê wesîleyê silavên xwe ji hemû ciwanên Kurdistanê re dişînim. Em li cem şervanên azadiyê ne. Heta ziman û çanda me ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin em li ku bin dê têkoşîna xwe bidomînin. Divê tu kes di vê yekê de şik nebe.
Şîreta min li ciwanan ew e ku werzişê bikin û serkeftî bin. Ev ê di têkoşîna me ya îfadekirina xwe de bibe alîkar.
Şev bi axaftin û stranên hunermendan bi dawî bû.