QAMIŞLO – Li bajarê Qamişloyê bi hevkariya Rêxistina Stêrk a Zarokan û bi tevlêbûna dehan zarok û endamên çand û hunerê, sersala Kurdî hate pîrozkirin.
Zarokan bi stran û gotinan dest bi gera xwe li nava kolan û sûkên qamişloyê kirin.
Ger ji navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dest pê kir û li Şarxêreya Sonî bi dawî bû.
Li gorî salnameya rojhilatî sersala Kurdî 13`ê Çileyê ye.
ÇAVKANÎ: ANHA