ENQERE- Kurd li gorî Salnameya Rûmî 13’ê Çile Serê Salê pîroz dikin. Li ser vê bingehê îro li gelek navendan pîrozbahiyên serê salê bi coşeke mezin hatin pîrozkirin.
Endamên Înîsiyatîfa Zanîngeha Demokratîk a Enqereyê jî îro ji bo pîrozbahiya Serê salê hatin cem hev. Beriya çalakiyê bi beşdariya bi dehan xwendekar û gel, ji bo şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre ji aliyê Însiyatîfa Zanîngeha Demokratîk ve li ser girîngiya rojê axaftinek hat kirin.
Di axaftinê de hat gotin ku Sersal ji bo Kurdan xwedî cihekî girîng a çandî ye û hat gotin, “Sîstema faşîst a ku hebûna xwe li ser tunehesibandina hebûna neteweyeke din ava dike, bi polîtîkayên asîmîlasyonê û Konsepta ‘şerê taybet’ ku dibe sedema koçberiya bi zorê hewl dide çanda me tine bike û me asîmîle bike. Ji ber ku yek ji faktorên bingehîn ên ku civakê diparêze çand e, bi tunekirina çand ve dixwazin vê yekê pêk bînin.” Endamên Înîsiyatîfê bal kişandin ser girîngiya parastina ziman û çanda xwe bi têkoşîneke rêxistinkirî ya li dijî zîhniyeta qirêj û baviksalar ya ku zimanê Kurdî ji nedîtî ve tê, xwezaya Kurdistanê talan dike û hewl dide nirxên çandî asîmîle bike.
Xwendekaran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêber Apo ku nêzî 3 sal in li Îmraliyê tê meşandin û gotin, “Ji ber ku dizanin ku fikrên Birêz Abdullah Ocalan ji Modernîteya Demokratîk heta perspektîfa ‘hevjiyana azad’ di her aliyê jiyana komînal de pêşeng e. ” Em dizanin ku ji ber vê ye tecrîd tê meşandin. “Tecrîda li Îmraliyê ne tenê li ser şexseke, li ser hemû gelên ku li Rojhilata Navîn demokrasî û azadiyê dixwazin, di serî de gelê Kurd tecrîdek e û ev tecrîd ji polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li ser gelê me ne serbixwe ye.
Endamên Înîsiyatîfê diyar kirin ku ger em dixwazin çand û zimanê xwe biparêzin divê beriya her tiştî tecrîd bê şikandin û ji bo vê jî xeteke xurt a têkoşînê bê avakirin û gotin, “Bi vê wesîleyê em berxwedana zindanê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin silav dikin. “Em ê berxwedana ku ji zindanan bilind dibe, li her qada ku lê ne bigihînin û têkoşîna xwe li her qadê berfireh bikin da ku sala 2024’an bibe sala azadiya gelê me.”
Piştî axaftinê skêca Kal û Pîr hate lidarxistin. Paşê dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin.
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.