NAVENDA NÛÇEYAN
QSDˊê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ku şeva borî 9 şervanên wan şehîd kirine, derewandin û got ev îdia dûrî rastiyê ne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ya dagirker de ku 9 şervanên QSDˊê şehîd xistine daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya QSDˊê de wiha hate gotin: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ya dagirker îro daxuyaniyek da û îdia kir ku di şeva borî de 9 şervanên me şehîd xistine. Îdiaya Wezareta dagirker ne raste.”