Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê yên Şengalê hatiye girtin, teqînek li çapxaneyeke li navenda Şengalê de rûdaye, lê tu ziyaneke canî çênebûye.
Îşev di saet 21.00’an de li çapxaneyeke nêzî çerxerêya navenda Şengalê de teqînek rû da. Di encama teqînê de zirara madî gihişt dikan û cihên kar yên derdor.
Li gorî agahiyan tu ziyaneke canî çênebûye. Niha Asayîşa Êzidxan, Artêşa Iraqê û Polîsên Federal li cihê bûyerê lêkolîn dikin. Çavkaniyeke ewlekariyê dazanîn hîn tam nayê zanîn sedema teqînê çi bûye, dema hate zelakirin dê bi raya giştî re parve bikin.