NAVENDA NÛÇEYAN
Berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya dijî dagirkeriyê bê navber dewam dike, gerîla derbên giran li Artêşa Tirk dixin. Nivîskarê Kurd Niyaz Îbrahîm bang li her kesê kir ku piştgiriyê bidin serkeftina gerîla û got; “Serkeftina gerîla serkeftina Gelê Kurde, serkeftina gerîla ya li beramberî hêza duyem ya NATO’yê pîroz bikin.”
Gerîlayên Azadiyê li hemberî dagirkirin û dagirkeriyê li çiyayên Kurdistanê berxwedanek bê hempa dimeşînin. Gerîlayên Kurdistanê diparêzin, dibin berf, baran û sermayê de derbên giran li Artêşa Tirk ya dagirker dixin. Di nava du rojên dawî de gerîlayên azadiyê li Zapê dijî Artêşa Tirk operasyona şoreşgerî dane destpêkirin. Tê gotin bi dehan leşker hatine kuştin û gelek jî birîndarin.
Nivîskarê Kurd Niyaz Îbrahîm piştgirî da berxwedan û serkeftina gerîlayên azadiyê. Nivîskar Niyaz bi rêya peyamek bi dîmen, serkeftina gerîla pîroz kir.
Nivîskar Niyaz Îbrahîm di peyama xwe de dibêje; “Serkeftina gerîla, serkeftina Gelê Kurde, ji bo hebûna Gelê Kurd, bi çekên dest û îradeyek bihêz, dijî dagirkirina xaka Kurdistanê serkeftinê bidest dixin. Serkeftina dawî ya gerîla, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye, ji bo vê pêwîste gerîla bi tenê neyê hiştin û piştigiriyê bidîn gerîla.”
Niyaz Îbrahîm di dewama peyama xwe de bang li pêkhateyên li Kurdistanê, rewşenbîr, mamosta, mela, jin û ciwanan kir daku serkeftina gerîlaya ya dijî hêza duyem ya NATO’yê pîroz bikin û got; “Gerîla karî derbên giran li dijmin bidin.”