KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan li Zanîngeha Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya 9’ê Çileya 2013 li Parîsê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) çalakiyekî li dar xistin. Sê şoreşgerên jin bi destê îstîxparatên dewleta faşîst a Tirk hatin şehîd xistin û heya niha dewleta Fransa bersivekî cidî neda ji bo edalet kirina berpirsiyaran. Şehîd Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizilî, ku salekî berî di 23’ê Kanûnê 2022 de hatin hedef girtin jî hatin bi bîr anîn.
Di dest pê kê de deqayekî rêzgirtin ê bêdeng li ser giyana şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê, sînevîzyonekî li ser şehîdên komkujiya Parîsê hat temaşe kirin.
Piştre mûm li ber suretên şehîdan hatin pêxistin û li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan axaftinek li ser tekoşîna şehîdan û berpirsiyartiya xwendekaran li hemberî wê hat kirin.
Di dawîyê de komekî hunerî ya xwendekaran stranên li ser şehîdan pêşkêş kirin.