KOBANÊ – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li xeta xerbî ya gundewarên Kobanê semînerekî da li ser hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pisgirêka kurd re çareserî” û sinevizyonekî li ser berxwedana gerîla temaşekirin. Nêzî 50 ciwan amade bûn.
Di sînevîzyonê de perspektîfên Rêber Apo, axaftinê gerîlayên ku di çeperên şer de li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker de berxwedidin û axaftina fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan hatin temaşe kirin.
Di dawîyê de siloganên “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berz kirin.