KOBANÊ – Li Gûnde Tel Xezalê ya giredayî navçeya Şêranê ya bajarê Kobanê. Jinên Ciwan ji bo bîranina şehadeta Şehîd Sakinê Cansiz, Fidan Doğan û Leyla Şeylemez ku li peytaxta Fransayê ya Parîse bi destê îstixbarata rejîma faşîst ya tirkiyê hatibûn qetilkirin ser dîwar wêneyê wan xêz kirin.
Jinên Ciwan ji bo van wêneyan çend rojan di nava tevgerê de ne û îro bi serkeftî wêneyên her sê şoreşgerên jin xêzkirine.
Jinên Ciwan diyar kirin ku, ew şehîdên ku bi tekoşîn û jiyana xwe ve ji bo her jineke ciwan bûn mînak û pêşengtî ji azadiya jinê re kirin, ji bo vê bi taybet pewiste her jineke ciwan li wan şehîdan xwedî derbikeve û li ser şopa wan têkoşîna xwe bimeşîne.