Xelkê Kobanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê ku li ser bajarê wan û herêmên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pêk tên, xwepêşandan lidar xist.
Bi dehan şêniyên ku li kolan û kuçeyên bajar meşiyan, li Meydana Jinên Azad a navenda bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê.
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê Nada Şahîn axivî û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Nada Şahîn bal kişand dijî êrişan ji bilî berxwedanê rêyek din tune ye û banga bilindkirina têkoşînê kir.