ÇEMÇEMAL
Komek ciwanên hunermend ên Navenda Hunerê ya Çemçemalê ji bo pêşxistin û belavkirina hunerê, xaniyek kevin girtine dest û nûjen dikin. Hunermendan bang li hunermendên din kirin ku hevkariya wan bikin û wiha gotin: “Armanca me jî ewe ku em bikin navendek mezin ya çandî û hunerî ya bajarok da ku hemû hunermend bikarin kar û çalakiyên xwe li vir pêkbînin.”
Dema em di bajarê Çemçemal re derbas dibin, em li malekê disekinin ku di salên 1940’î de wek nexweşxane dihat bikaranîn, ev nexweşxane heta sala 1980 xizmet li herêmê dikir. Piştre bû pirtûkxane û piştî wê jî di warê hunerî de hate bikaranîn. Lê di sala 2005’an û şûn ve hate valekirin û ev xanî ji hestên hunerî bê par ma.
Hinek hunermendên Çemçemalê li ser navê Navenda Hunerî ya Çemçemalê bi armanca giringî dayîna çand û hunerê biryar dane ku êdî vê xaniyê veguherînin û nûjen bikin da ku bikeve bin xizmeta xebat û çalakiyên cuda yên hunerî de. Hunermendên ku beşdarî xebata nûjenkirina xaniyê bûne di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.
Yek ji endamên Navenda Hunerî ya Çemçemalê Şanoger Awat Celal wiha dest bi axaftina xwe kir: “Nêzî sê mehin navenda me hatiye avakirin, ji bo ku avahiyek hebe û xebatên wê bi pêş bixin gelek xebat hatin kirin. Niha me ji bo vê yekê li vî xaniyî kar dikin û nûjen dikin. Armanca me jî ewe ku em bikin navendek mezin ya çandî û hunerî ya bajarok da ku hemû hunermend bikarin kar û çalakiyên xwe li vir pêkbînin.”
Navenda Hunerî ya Çemçemalê nêzî 3 mehin ji aliyê komek ciwanên xwedî jêhatin ve hatiye damezrandin û ji beşên wênesazî, mûzîk û şanoyê pêktê. Zêdetirî 70 endamên wê hene û di sala 2023’an de li Îran û Bexdayê du xelat standine.
Wênesaz Aram Mihemed ku endamek din ê Navenda Hunerî ya Çemçemalê de di derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Me komek ciwanên hunermend biryar da ku navendek ava bikin ku bibe mala hunermendan. Em bang li hunermendên din jî dikin ku hevkariya me bikin da ku ev cih li Çemçemal hîn zêdetir xizmetê ji hunerê re bike.”