HESEKE – Îro li bajarokê Dirbêsiyê dema hêzên artêşa Rûs bi hinceta parastina herêmê li hemberî êrîşên dewleta Tirk dixwestin bi sayareyên xwe yên leşkerî bigerin, ji ber xwepêşandana gel mecbûr man rawestin.
Şêniyên Dirbêsiyê acîzbûna xwe li hemberî hêzên askerî yên Rûsî nîşan dan û dan diyar kirin ku dikarin parastina welatê xwe bikin û mudaxaleyê dewletên derve naxwazin.