TEBQA – Îro danê sibê Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Meclisa Sivîl a taxa Mensûra bi beşdariya saziyên sivîl û leşkerî pêşangehekî ji wêne û pirtûkên Rêber Apo li dar xist.
Di pêşangehê de gelek wêneyên Rêber Apo û şehîdan û pirtûk û nirxandinên Rêber Apo hatin pêşkêşkirin. Bi dehan jinên ciwan di pêşangehê de amade bûn. Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqa derbarê çalakiya xwe bi Nûçe Ciwan re axivîn.