TEBQA- Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan û Meclîsa Sivîl a navçeya Mensûr a Tebqayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin şermezarkirin.
Bertekên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên hemwext û berdewam ên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku ceyran, kargeh û zeviyên petrolê dike hedef, ji bo dawî li jiyana wan bîne, zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan û Meclîsa Sivîl danê sibehê li taxa Mensûrê li ber Meclîsê daxuyaniyeke girseyî hate dayîn. Endama Jinên Ciwan ên Têkoşer “Klezar Hanan” daxuyanî xwend.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Erebî hat xwendin de, êrîşên dewleta Tirk a faşîst, dagirker a li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin, bêdengiya dewletên derve jî bertek hatin nîşandan. Hanan di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji êrîşan natirsin, ti carî dest ji axa xwe bernadin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê axa xwe biparêzin. Di berdewamiya daxuyaniyê de Hanan çalakiyên gerîla jî silav kir û diyar kir ku ew ê her tim piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayan, berxwedana gerîla moralek mezin dide gel û bi hêza ku ji gerîla werdigirin dê bi hêztir li ber xwe bidin.
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.