Partî Demoqratîk a Kurdistanî-Sûriyeyê (PDK-S) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şeremzar kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî binesaziya herêmê, têkbirina ewlehiya herêmê ya ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye pêkanîn, koçberkirina niştecihên herêmê û xistina tirsê nava gelên herêmê ye.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û wiha hat domandin “Wekî gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev êriş îsrara me ya xurtkirina hêmanên tecrûbeya me ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurtir dike. Em diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan xwe îflasa xwe ya mirovî û exlaqî li hemberî gelê Tirk û li hemberî civata navneteweyî û pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan nîşan dide.”
Di daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî û DYA’yê hat kirin ku li hemberî van êrişan erkên xwe yê exlaqî pê bînin. Her wiha bang li Komkara Erebî û rêxistinên mirovî yên navneteweyî hat kirin ku li hemberî dewleta Tirk rabin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku piştgiriyê bidin QSD’ê.