NAVENDA NÛÇEYAN
Hêzên çekdarên Îranê li devera Newsûd du kolberên ciwan yên Kurd bi keviran birîndar kirin.
Hêzên çekdar yên rejîma Îranê li ser Pira Du Avî ya devera Newsûd du kolberên ciwan yên Kurd bi giranî birîndar kirin. Hate zanîn kolberên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên di malpera Kolber News de hatine belavkirin, li ser Pira Du Av ya li ser rêya Newsûd, hêzên çekdarên rejîma Îranê wesayîta kolberên Kurd dan ber keviran. Di encama kevirbarana hêzên rejîmê de gelek çendîn kolber ji serê xwe birîndar bûn. Piştî destwerdana destpêkê ya kolberên birînên wan giran li nexweşxaneya Newsûd, rakirina nexweşxaneya Ciwanro.
Kolberên ciwan yên bi giranî birîndar bûne binavê Newîd Ezemî (16) û Areş Kerîmî (18) ku her du jî ji bajarê Ciwanro ne û piştî ku bi giranî birîndar bûn li nexweşxaneya Newsûd tedawiya destpêkê ji wan re hate kirin û piştre rakirin nexweşxaneya Ciwanro.