REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Reqayê di çarçoveya hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de çalakiyekî werzîşî li dar xist.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştî wê ji aliyê Rêvebera Ofîsa Werzîşê ya Jinan ve rêheval Amal axivî. Di axaftina xwe de biryardarî û îradeya ji bo azadiya Rêber Apo hate diyar kirin û destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.
Piştre lîstokên werzişî yên jinên ciwan hatin lîstin. Zarokên malbatên şehîdan jî beşdar bûn. Lîstokên fotbolê, bazdan, tirimpêla, çente û tekwando hatin lîstin.
Çalakî bi rêzgirtina ji lîstikvanên ku beşdarî çalakiyê bûn bi dawî bû.