Li Berlîn a paytexta Almanyayê, bi boneya salvegera mirina damezrînerên Partiya Komunîst a Elmanyayê Rosa Luxemburg û Karl Liebknecht ku di 15’ê Çileya 1914’an de hatibûn qetilkirin, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Zêdeyî 10 hezar kes tevlî çalakiyê bûn.
Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Die Junge Welt (jW) cih girtî; di bîranîna ku dirûşmên ‘Bijî Filistîn’ (Viva Palästina) hatin berz kirin de, kesên diyar kirin bi Filistînê re di nava piştgiriyê de ne, rastî mudaxeleya polîsan hatin. Piştî ku yek ji çalakvanên Filistînî dirûşmeya ‘Ji çem heta behrê Filistînek azad’ ya ku li Elmanyayê qedexe ye berz kir, polîsan ev çalakger binçav kir.
Polîsan di pefçûnê de 16 çalakger birîndar kirin. Polîsan jî diyar kirin ku ji ber êrişî polîsan kirine 21 polîs birîndar bûne.
Polîsan ragihandin ku piraniya 16 çalakgerên ku hatine binçavkirin, ji bo girtiyên li Almanya di çalakiya greva birçîbûnê de endamên Koma Yurume. Endamên Meclîsa Eyaleta Berlînê Ferat Koçak dimenên êrişên polîsan li ser çalakgeran li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir. Ferat Koçak di parvekirina de wiha got: “Di bîranîna Luxemburg-Liebknecht tundiya dijwar a polîsan, hejmarek zêde ya bejdariyên birindar di nava xwînê dene… kesek 65 salî, li gora erkdarên tendirûstiyê, hişê xwe winda kir û rewşa wan xeternake. Endamên ragihandinê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.“