NAVENDA NÛÇEYAN
MSD’ê bang li gelên Sûriyeyê kir ku di yek rêzê de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û li dijî nazîzma Tirk helwesta xwe bi yek dengî nîşan bidin.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek nivisîkî weşand.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî hatin şermezarkirin. Hate diyarkirin ku êriş zagonên navnetewî binpê dike û gefeke xeternak li ser ewlehî û aştiya herêmê çêdike.
Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navnetewî, Amerîka û Federasyona Rûsyayê ya li beramberî êrişan jî hatin şermezarkirin û hate gotin, bêdengiya li beramberî van sûcan paşguhkirina nirxên mirovî û rêgezên bingehîn yên edalet û mafên mirovane.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk li herêmê terorê dike û hate gotin: “Bi van êrişan armanc dike ewlehiya herêmê xirab bike, tevliheviyê çêbike û DAIŞ’ê zindî bike. Her wiha armanc dike herêmên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, qirkirina etnîkî û guhertineke demografî pêk bîne.”
Di daxuyaniyê de bang li dewleta Sûriyeyê û welatên Ereban hat kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin ” Ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk ya li ser xaka Sûriyeyê û bandorên wê yên xeternak yên li ser ewlehî û hebûne Erebî bixebitin.” Bang li Amerîka û Rûsyayê jî hat kirin ku ji bo parastina maf û jiyana welatiyan tedbîrên bilez bigirin, roleke çalakî di Konseya Ewlekariyê de bileyîzin û hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên Sûriyeyê hat kirin ku di rêzekê de li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk d bisekinin. Bang li tevahî gelên piştevanên dozên rizgariyê hat kirin ku “Li hemberî Nazîzma Tirk a nû ya ku zilm û dijminatiya li mirovahiyê zêde dike, dengê xwe bilind bikin.”