HESEKE – Navenda Ragihandin a Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekî nîvîskî agahiyên derbarê êrîşê vê sibê li ser girtîgeha El-Sîna ya Heseke ku girtiyên DAIŞ tê de ne eşkere kir.
Daxuyanî wisa ye:
“Nêzî saet 07:30 vê sibê, girtîgeha El-Sîna ya bajarê Heseke, ku girtiyên DAIŞ tê de ne, hedefa êrîşekî bi moşekekî bû û beşa bi navê “Eşbalên Xilafetê” kir armanc. Di êrîşê de di nav girtiyan de sivik birîndar çêbûn. Piştî êrîşê bi dehan çeteyên DAIŞ’ê xwestin ji girtîgehê birevin. Lê belê tedbîrên ewlekariyê yên hêzên me yên QSD’ê û hêzên ewlekariya hundirîn hewldana revê pûç kirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê
16 Çile 2024”