TEBQA – Şêniyên Tebqayê îro danê sibê bi xwepêşandaneke girseyî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û bombebarankirina sivîlan û navendên jiyanî ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Di rojên dawî de 80 navend hatin bombebarankirin, 5 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 7 welatî birîndar bûn.
Gelek kes û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn û pankartên bi siloganên “Ji bomberdûmana dewleta Tirk re na” û “Ji kuştina sivîlan re na”, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan û wêneyên Rêber Apo hatin hildan
Meş li ber taxa yekemîn dest pê kir û heya taxa duyemîn berdewam kir. Li wir meş sekinî û beşdarên meşê ji bo bîranîna giyanê şehîdan deqeyek rêz rawestiyan. Piştre “Îbrahîm El-Saran” axivî û êrîşên dagirkeriya Tirk şermezar kir. Di axaftinê xwe de bang kir ji bo berxwedan û hevgirtina gelan mil bi mil bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re û temamkirina rêya şehîdên ku di rizgarkirina van xakan de xwe feda kirine.