NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya Rêwîtiya Azadî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO weke armanca sereke hedef girt, cara yekemîn di demên dawî de hate lidarxistin.
Çalakiya Rêwîtiyê Azadî ku di sala 2024’an de cara duyemîn ya bi şîara “Azadî ji bo Rêber APO, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd” piştî ku li bajarê Mannheim ê Elmanyayê di 9’ê Sibatê de starta wê hate dayîn wê bi Konferansa ku 16’ê Sibatê de ya ji bo Rêber APO li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin, wê bi dawî bibe.
Komîteya amadekar têkildarî çalakiya Rêwîtiya Azadiyê ya ku wê di 9’ê Sibatê de pêk were de daxuyaniyeke nivîskî da;
Werin em bi Rêber APO re hevdîtinê bikin!
25 sal di ser komploya navneteweyî ku li ser Rêber APO hatibû kirin û di zindana îşkenceya Îmraliyê de bi awayekî fizîkî hate girtin de derbas bûn. Tecrîd û îşkenceya giran a li ser Rêberê me tê kirin, êrîşeke berfireh a li dijî têkoşîna jiyana azad û demokratîk û jiyîna gelê Kurd e ku Rêber APO weke vîna xwe ya siyasî qebûl kiriye. Ne tenê gelê Kurd, her wiha pêkhate û girseyên curbecur ên cîhanê, lêgerîna cîhanek demokratîk û dadperwer e ku bi fikrên Rêbertiya me ve girêdayî ye. Hêzên komploger ên navneteweyî xwestin rê li ber Rêber APO bigirin ku bibe hesreta azadiya gelê Kurd. 15’ê Sibatê ku di şexsê wî de ev komploya li dijî gel pêk hat, ji aliyê gel ve weke “Roja Tarî” hate pênasekirin.
Di heman demê de roja qirkirina Kurdan e
15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd di şexsê Rêber APO de, di heman demê de roja qirkirina gelê Kurd e. Êrîşa qirkirinê ya herî berfireh e ku heta îro hatiye kirin. Tecrîda ku weke berdewamiya Komploya Navneteweyî tê ferzkirin, bi karakterê xwe yê navneteweyî didome. 36 meh in tu xeber ji Rêber APO nayê girtin. Ciwan û Jinên Kurd ti carî ev pergala tecrîd û qirkirinê qebûl nekirine. Ciwan û jinên Kurd ku di her firsend û şert û mercê de li dora Rêberê xwe xeleka agir ava kirin, pêşî li serkeftina komploya navneteweyî girtin. Di demeke ku komploya navneteweyî tê nûkirin û êrîşên qirkirinê zêde dibin de, em weke ciwanên Kurd konsepta îmhayê nas nakin û heta ku rêhevalên me yên Avaşîn, Metîna û Zapê li dijî vê konsepta faşîzma Tirk, li ber xwe bidin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku Rêber APO bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî em dev ji têkoşîna xwe jî bernadin.
Wê hêzê bide tevgerê
Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn dikin ku bi ruhê seferberiyê bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Demokratîk a Gelan” beşdarî Meşa Ciwanan a Elmanya ku ev zêdetirî 25 sal in bi kevneşopî tê lidarxistin, bibin. Pirsgirêka Kurd.” Ev meşa ku em ê di çarçoveya pêngava azadiya ku hemû gelên cîhanê ji bo Rêber APO daye destpêkirin, bi beşdariya ciwanên Kurdistanê hêzê bide tevgerê.
09.02.2024 – Kombûn – Mannheim
10.02.2024 – Roja 1 – Mannheim HBF
11.02.2024 – Roja 2 – Heidelberg – Hockenheim
12.02.2024 – Roja 3 – Homburg – Neunkirchen
13.02.2024 – Roja 4 – Friedrichsthal – Saarbrücken
14.02.2024 – Roja 5 – Saarbrücken
15.02.2024 – Roja 6 – Strasbourg
16.02.2024 – Roja 7 – Konferansa Strasbourgê