HESEKE – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Til Birak, girêdayî bajarê Heseke, civîna xwe ya salane lidarxist.
Civîn bi deqayekî rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rapora salekê hate xwendin. Tê de rewşa rêxistinî û pirsgirêk û zehmetiyên ku ciwanan jiyan dikin, hatin nirxandin. Li ser van pirsgirêk û li ser çareseriya wan nîqaş hat meşandin. Hêrî zêde li ser mijara Şerê Taybet, ku bi rêbazên cur bi cur ji aliyê dewletên hegemon tê meşandin ji bo ku ciwanan ji civak û welatê xwe dûr bikevin, hat nîqaş kirin.