TORONTO – Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Rojava û bilindkirina dengê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, çalakiyek hate lidarxistin. Li ser banga çalakiyê ciwanên endamên TCŞ’ê tevî şert û mercên giran ên hewayê hatin cem hev, bal kişandin ser sûcên şer ên dewleta Tirk û bêdengiya dewleta Kanada ya li hemberî vê yekê rexne kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Zap’ê”, “Silav Silav, hezar silav ji Îmraliyê re” hatin berzkirin. Ciwanan diyar kirin ku ew ê cihên ku her roj serdana wan dikin, ji bo Rêber APO veguherînin qadên berxwedanê û destnîşan kirin ku ew ê her tim ji bo hemû Kurdistanê bi taybet Rojava ku jiyana azad bi îdeolojiya Rêber APO tê mîsogerkirin têbikoşin.
Her wiha ciwanan diyar kirin ku ew hêza pêşeng in ku wê bi pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” dawî li tecrîda li ser Rêber APO bînin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo vê yekê hemû berpirsyariyên pêwîst bi cih bînin. Bi diruşmeya “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” soza xwe ya ji bo tevgerê anîn ziman.