REQKA- Gelê Reqayê bi beşdariya gelek saziyên sivîl û leşkerî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek girseyî li dar xist.
Di berdewamiya êrîşên nemirovane yên li dijî sivîlan û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, îro piştî nîvro şêniyên bajarê Reqqayê ji bo şermezarkirina êrîş û sûcên dagirkeriya Tirk herikîn qadan.
Meşa ku bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat, ji ber Xaçerêya Basil destpê kir, heta Wezareta Amar û Plansaziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam kir. Li vir ji bo bîranîna giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin.
Piştre li ser navê gelê Reqayê Hanî El-Omer axaftinek kir. Hanî El-Omer di axaftina xwe de êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Di axaftinê de hate destnîşankirin ku gel li dijî êrîşan bûne yek û bang li gel hate kirin ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst berxwedanê mezin bikin