Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek bi maşeleyan li navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê li dar xist. Di meşê de bi dehan şênî û ciwanên navçeyê beşdar bûn.
Meş ji rojhilatê navçeyê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Mahsûm ve bi rê ket.
Li wir, rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeyê Mîlad El Akûb got: “Rêber Abdullah Ocalan rêya berxwedan û têkoşînê ji bo me amade kir û li ser şopa fikrên wî me xwe bi rêxistin kir û em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin.”
El Akûb wiha domand: “Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku destkeftî û nirxên şoreşa xwe biparêzin. Her wiha em piştgiriyê didin berxwedana gerîlayan a li dijî artêşa Tirk a dagirker, ji ber ku gerîla rûmeta me ne.”
Di dawiyê de El Akûb êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: “Em ê bi fikrên Rêber APO van êrişan têk bibin.”