Xeza li ber çavê cîhanê tê şewitandin. Hê tu hêz derneketine holê ku pêşî li êrişên Îsraîlê bigirin yan jî bisekinînin. Mekanîzmayên navneteweyî ji bo filistîniyan naxebitin. Wêrankirin û valakirina Xezayê û kuştina zêdetirî 20 hezar sivîlan bi navê tunekirina Hemasê, asta karesata mirovî nîşan dide.
Tê zanîn ku damezirandin û destekkirina Hemasê ji roja destpêkê ve projeyek bû. Tirkiyeyê demeke dirêj malovanî ji Hemasê re kir. Paşê ofîsa Hemasê ya li Tirkiyê girt û hewl da ku têkliyên xirab bi Îsraîlê re sererast bike. Hemas di dema pêwîst de tê bikaranîn û dema hewcedarî pê namîne jî, hema wekî çopekê tê avêtin û êdî rêxistineke paravan e ku wek aperatîf tê bikaranîn.
Tirkiye û Îran ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî rêxistinên girêdayî xwe berdidin meydanê û hewl didin qada xwe ya bandorê berfireh biki û bandora xwe ya siyasî zêdetir bikin. Tirkiyeyê ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê sûd wergirt; DAIŞ û rêxistinên olî yên radîkal ên mîna wê xistin bin kontrola xwe û di operasyonên dagirkirina Rojava de, her wiha li Lîbya û Azerbaycanê bi kar anîn. Dema ku şefê faşîst ê AKP’ê Erdogan digot “Tirkiye bi tenê bi sînorên xwe ve sînordar nîn e”, dixwest bibêje herêmên Rojava yên dagirkirî, Başûrê Kurdistanê û qadên din ên bandorê lê dike, wek parçeyekî Tirkiyeyê dibîne.
Îran stratejiyeke bi heman rengî dimeşîne û hewl dide serweriya xwe ya herêmî bi rêya Heşdî Şabî li Iraqê, formasyonên şîe yên li Sûriyeyê, Hizbullaha Lubnanê, bi Hemasê li Xazeyê û bi rêya Hûsiyan jî li Yemenê xurttir bike.
Şefê faşîst Erdogan dixwaze bibe lîderê alema îslamê û hewl da bi Hemasê re pêngaveke herêmî biavêje. Bulent Arinç jî digot “Em xwarina Hemasê didinê, baweriya xwe bi çiyê xwe tîne heta li dijî Îsraîlê şer îan dike.” û wî jî ev rastî tîna ser ziman. Hemas her tiştekî xwe ji Tirkiyeyê werdigire û Tirkiyeyê berê wê da meydanê. Tirkiyeyê bi Îsraîlê re têkiliyên xwe yên baş ên bazirganiyê hene û ji bo ku Îsraîl Xezayê tesfiye bike, Hemas bi kar anî. Li hêsirên wan ên tîmsahên nenêrin. Ji bilî hewldana xapandina alema îslamê, tu qîmeta filistîniyan ji bo Erdogan nîn e. Tirkiye jî îro bi qasî Îsraîlê sûcdar e ku berpirsê trajediya mirovî ya li Xazeyê ye.
Meseleya sereke ya hêzên ku Hemas ber bi şer ve kiaşnd, ew bû ku derfetekê ji xwe re çêkin da ku di hevkêşeya herêmî de pêngavekê biavêjin. Jixwe tê texmînkirin ku şer bi Xezayê sînordar namîne. Tevî ku Îran hewl dide ji şerê Xezayê dûr bikeve jî, lê li dijî hedefên Amerîka û Îsraîlê pê li bişkojên Hizbullaha Lubnanê û ya Hûsiyan kir û bi vê yekê re jî niyeta wê ya rastîn jî aşkera dibe.
Veguhastina şer ber bi Deryaya Sor ve jî mijareke girîng e. Xeta bazirganiyê ya Deryaya Sor xwedî girîngiyeke global e û dibe ku veguhere herêmeke herî birîsk. Li Yemenê bi pêşengiya DYA û Brîtanyayê tevgera hewayî, ava Deryaya Sor şêlûtir kir. Kuştina rêveberekî sereke yê Hemasê Saleh Arûrî li Beyrûtê û teqîna bombeyan li Îranê di salvegera bîranîna Qasim Suleymanî de, di di warê nîşandana berfirehbûna şer de daneyên girîng in. Li ber çavan e ku êriş li keştiyan jî tê kirin û xuya ye li Kendavê jî ku yek ji rêyên girîng ên bazirganiya deryayê ye, dibe ku daholên şer lê bidin. Dema mirov bala xwe dide ser van hemû îhtîmal û îmkanan, nîşana wê yekê ye ku herêm gav bi gav ber bi şerekî ve diçe.
Her wiha mimkun e ku şer derbasî Rojava jî bibe. Ji ber ku hikumeta AKP’ê dibe ku bi sûdwergirtina ji aloziya herêmê re hewl bide êrişî Rojava bike. Dibe ku dagirkirina Rojava di senaryoyên şerê Xezayê de veguhere şerekî herêmî. Heta ku herêmên dagirkirî veguherînin baregehekê ji bo çeteyan, ji bo siberoja herêmê tê wateya xetereyeke potansiyel. Çeteyên ku li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê ku wek amûra şer tên bikaranîn, ji bo herêmê rîskeke mezin in.
Aktorê herî xeternak ê şerê herêmê bê guman şefê faşîst Erdogan e. Ji bo gelên Tirkiyeyê jî xetereyeke mezin e. Hemasa xwe (Huda-Par) jî ava kir û xiste parlamantoyê; ev jî mijareke cuda ye ku divê were nirxandin. Erdogan bi polîtîkayên xwe yên bêexlaq rêxistina şerê qirêjî xistiye meriyetê. Rola wî ya ku gelê Filistînê ber bi karesatê ve dibe, diyarker e. Têkiliya wî ya bi Hemasê re ji têkiliya wî ya bi çeteyên li Sûriyeyê ne cudatir e. Bi salan Hemas têrand û helbet dê bi qasî ku ji destê wî tê bi kar bîne û dema ku karê wî pê xilas bû jî, dê biavêje aliyekî.
Çi zû çi jî dereng, gelê Filistînê dê fêm bike ku ji bilî amûreke ku ji bo polîtîkayên xwe bi kar tîne, ji bo Erdogan tu girîngiya wan nîn e. Li pişt êrişên li Îranê ku DAIŞ’ê li xwe girtin jî Erdogan heye. Ji ber ku yê ku bi şexsî destekê dide DAIŞ’ê û rêxistinên din ên çete, dewleta Tirk e. Armanc çi dibe bila bibe, armanca Hemasê tunekirina gelê Xezayê bû. Xwediyê vê projeya îmhayê jî Tirkiye ye. Di projeya amadekirina zemîna ji bo êrişên Îsraîlê de Hemas fîguranek bû.
Pevçûn û şerên li ser bingeha ol, dûrî zîhniyeta çareseriyê, ji bilî îmhakirinê tu encam jê dernakevin û tevî ku gelek caran hatine ceribandin jî careke din jî tê ceribandin. Tişta ku li pey xwe jî dihêlin jî tenê rondikên çavan in.