Endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî li Şengalê berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê silavkirin û diyarkirin, gerîla ji bo hemû gelên herêmê şer dike û serkeftina wan a dijî dagirkeriyê serkeftina hemû gelên bindest e.
Duh Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Însiyatîfa Ciwanên Ereb yên Şengalê li Komelgeha Xanesorê, bi meşeka girseyî piştgirî dan berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê ya li dijî dagirkeriya Tirk û serkeftinên gerîlayan silavkirin. Her wiha di meşê de êrişên dijî Rojavayê Kurdistanê şermezarkirin û piştgiriya xwe ragihandin.
Nûnerê sazî û rêxistinên Şengalê ku beşdar meşê bibûn ji Rojnewsê re axivîn û dan diyarkirin ku dewleta Tirk a qirker ji ber têk çûye û nikare li hember gerîla serbikeve, berê xwe dide beşên din ên Kurdistanê û xelkê sivil dike armanc.
‘Berxwedana gerîla hebûna gelan diparêze’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo destnîşan kir ku niha li çiyayên azad gerîla ji bo parastina tevhahiya gelên bindest tekoşîn dikin, li ber xwe didin û rê nadin dijmin gavek jî bi pêşve biçe û got: “Ev berxwedanî ji bo me hemûyane. Dewleta Tirk ji ber têk çûye, dixwaze bi êrişên xwe li ser beşê din ên Kurdistanê şikestina xwe veşêre. Ji ber wê jî ji niha de êrişê gelê me yê Rojava dike, hewl dide çavkaniyên wan yên jiyanî qut bike, lê nizane gelê Rojava vîneke ji polayê û wê kes nekare bişkîne. Berxwedana gerîla û têkoşîna gelê Rojava ji bo hemû gelan e.”
‘Em çi bikin ji bo Rojava her kêm e’
Endamê Meclisa Gel a Xanesorê Yûsif Ciwan derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Em ji bo piştgiriya gerîla û xelkê Rojava li ser piyan e. Erê em beşdarî meşê bûne lê ev kême, ji bo gelê Rojava çi ji me bê xwestin emê bikin. Dîsa eger em îro li Şengalê dijîn, herêmên xwe diparêzin ji saya gerîlayan e. Serkeftina gerîla ya li hember ewqas hêzeke mezin cihê kêfxweşiyêye. Serkeftina gerîla ya li beramber dagirkeriyê serkeftina hemû gelên bindest e.”
‘Di rojên reş de gerîla bi hawara me ve hatin’
Endama TAJÊ’ê Edûl Elî jî di destpêka axaftina xwe de berxwedaniya gerîla û gelê Rojava a li hember dagîrkeriyê silav kir û got : “Di rojên reş de, gerîla bi hawara me ve hat, em ji qirkirinê rizgarkirin. Xelkê me yê Rojava jî bi hemû derfetên xwe seferber bûn û destek dane me û bi erka xwe ya mirovî rabûn. Dewleta Tirk dixwaze vê îradeya gelê Rojava bişkîne,lê nikare. Heya berxwedana gerîla li çiyayên azad hebe, wê dewleta Tirk a dagirker nekare pêşve were. Êrişên li ser Rojava ne ji xurtbûna dewleta Tirk, ji qelsiya wê ye.”