ŞEHBA – Îro li navçeya Fafînê ya Şehbayê ji bo salvegera destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêma Efrînê û xwedîderketina li “Berxwedana Serdemê” di bin dirûşmeya “Azadiya Fîzîkî Ya Rêber Apo Misogeriya Rizgarkirina Efrîn û Hemû Herêmên Dagirkirî Ye” bi hezaran gelê Efrînê derketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin. Di 20’ê Çileya 2018’an de dagirkeriya dewleta tirk bi bêdengiya navdewletî û danîna peymanê bi Rûsiyayê re li ser hesabên kuştina gelê Sûriyê û bi taybet dagirkirina herêmên gelê kurd dest bi êrîşeke hewayî ya berfireh kir. Piştî piştî 58 rojên berxwedanê Efrînê hat dagir kirin.
Meşê bi silogana “Bijî Berxwedana Serdemê, Şehîd Namirin” ji dawiya Fafînê de bi rakirina fotografên şehîdên Berxwedana Serdemê dest pê kir û li qada ajotinê veguherî mitîngê.
Piştî ku meş veguherî mitîngê û deqeyek rêzgirtin ji bo giyana şehîdan hate sekinîn, li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan Mistefa Hesen axaftin kir û berxwedana gerîla û Hêzên Rizgariya Efrînê silav kir û da zanîn ku heya kurdek heye û xwediyên şehîdan hene, ew ê derveyî rizgarkirina Efrînê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vehesî nemînin.
Li aliyê din li ser navê Rêveberiya Xweser Muşîra Reşîd axivî. Di axaftina xwe de şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr xist û berxwedana koçberên Efrînê silav kir. Li rex wê yekê diyar kir ku Efrîn cihê ewlehiyê bû, bi sed hezaran mirovan têde bi aramî jiyan dikirin, lê dewleta tirk rewşa xirab a rêjîmê ji xwe re derfet dît û pêre hevpeyman li ser Efrînê çêkir û bi navê ewlehiya netewî êrîşî Efrînê kir û bêdengiya navdewletî jî rê da ku hemû rêgez û peyman bên binpêkirin. Di dawiyê de da zanîn ku heya ku qehreman hebin veger û serkeftin mîsoger e.