REQA – Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê şehîd Zeyd Ehmed El Şêx, endamê Hêzên Komandos ku di 18’ê Çileyê 2024’an de li bajarê Kobanê şehîd bibû, li goristana şehîdan oxir kirin.
Di merasîmê de saziyên sivîl û leşkerî amade bûn. Merasîm bi tûrenekî leşkerî ji aliyê Hêzên Komandos ve destpê kir û piştre li ser navê Hêzên Sûriyê Demokratîk ên Reqayê rêheval Mehmûd axivî. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî rêheval Feyrûz axaftinek kir û li ser navê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demoktratîk Elî Şuaib axivî. Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadeta bi dawî bû girseya gel tev endamên Hêzên Komandos cenazeyê şehîd li goristanê spartin axê.