NAVENDA NÛÇEYAN – Di meşê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên ciwan, Meclîsên Ciwanan ên Partiyên siyasî û yên Saziya Malbatên Şehîdan beşdar bûn.
Meş ji Çerxerêya Mîzan ber bi navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ve dest pê kir. Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Silêman axivî û got: “Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê wê em îro bi boneya salvegera 6’an êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê zeytûnê Efrînê şermezar dikin.”
Silêman wiha domand: “Em hemû dizanin ku êrişên dagirkirinê li dijî Efrîn û herêmên din mîna Girê Spî û Serêkaniyê pêk hatine bersivdana AKP-MHPˊê li hember têkçûyîna DAIŞ’ê bû, ji ber ku dewleta Tirk piştgirê sereke ji bo derbasbûna DAIŞˊê li herêmê. Bi vî awayî dixwest gel koçber û qetil bike.”
Silêman diyar kir ku êrişên dewleta Tirk heta niha û yên ji beriya dehan salan li dijî kesayetên azad û gelan pêk tîne bi hewldana bidawîkirina têkoşînê li dijî zihniyeta kapîtalîst e. Lewra îro biratiya gelan û neteweya demokratîk hedef digire.”
Silêman wiha dawî li gotina xwe anî: “Kesayetên azad welatên azad ava dikin û Rêber Apo rêberê gelên azad e. Em heta serkeftinê û derxistina dagirkeriyê ji welatên xwe di têkoşînê de dewam dikin. Em berxwedana gelê Efrînê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin. Ev berxwedan û vîn bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan e.”
Meş bi berzkirina diruşmeyan silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.