NAVENDA NÛÇEYAN – Nisêbîn ew dayîka ye ku bi sed salan, di berê xwe de ew lawên egîd û qehreman diwelidîne, wek mîna xwe esîl nivşan li pey nivşan ji bo rizgar kirina dayîknîştîmanê xwe Kurdistan mezin dike. Ji ber wê ye ku ev nivşên zarok hîna ji biçûktiya xwe de dibin tirsa dilê faşîstên li Enqereyê. Çiqas ji nedîtî ve bên jî, lê hevalbendên şaristaniya koledarî, qirkirin û talanê, ji çîrokên berxwedaniya zarokên Nisêbînê bê zarin. Belê li Nisênîna xweragir û berxwedêr di sala 1988’an de zarokekî bi şan ji dayîk bû. Dihat gotin berxê çê ji berkozê de diyare. Ew jî wiha bû, hîna ji zarokatiyê ve çav li serbûn.
Ew qehremanê Kurdistanê, Bager ango Lewend Qamîşlo bû. Lewendê qehreman di biçûktiya xwe de lingekî wî seqet dibe, di meş û tevgerê de zehmetî dikşîne, lê eşqa jiyanê ewqas di dilê wî de kûr û bilind e, vê yekê ti carî li pêş xwe nake asteng. Ew jî mina her zarokekî Kurdistanê çavê xwe li zilm, zordarî, komkujî, feqîrtî û bêzariya ku dagirker li ser gelê kurd dimeşînin vekir. Hîna ji zaroktiya xwe ve dît ku dagirkeran mafê jiyanê ji wî û tevahî zarokên Kurdistanê standiye. mafê xewn û xeyal û pêşerojê bi tevahî desteserkirinê ye. Lewra ew bi keviran bi polîs û bedena faşîzma tirk dikevin. Jiyana derbiderî jiyankir, xwendin nekarî di mercên guncav de û bi zimanê dayîkê bibîne, kar û îş ji ber polîtîkayê bêkariyê û talanê nekarî bi hêsanî peydabike. Lewra Şehîd Lewend riya jiyanê di rizgarkirina kurd û kurdistanê de dibîne. Ew di nava bajaran de di nava xebatan de cih digre.
Piştî demekê, xebata li bajaran kîna wî naşkîne û vê carê biryar dide ku tevlî refên gerîlayên azadiyê bibe. Lê belê, heval daxwaza wî napejirînin. Dibêjin gerîlatî ji te re zor e, ji ber ku lingekî wî seqetbû. Lê ew ji ya xwe nayê xwarê, her îsrar dike. Dibêje; ez dikarim bibim gerîlayekî azadiyê, dibêje; tu tişt nikare li pêş min bibe asteng, lingê min jî di nav de, lê heval qebûl nakin. Serî li gelek cih û kesan dide bi înadek û daxwazek gelek mezin, lewra wer dike ku daxwaza wî bê pejirandin û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Piştî perwerdeya şervanên nû, ji ber astengiya lingê wî vesaziya wî li derveyî qada leşkerî çêdibe, lê dîsa ew qebûl nake û bi înadek mizin di gerîlatî de îsrar dike. Dibêje “ez hatim ji bo gel û welatê xwe şer bikim”. Li vir jî îsrara xwe ya mezin bi ser dixe û dide nîşan ku tu tişt li pêş vîn û îradeya wî ne asteng in. Vesazî tabûrek Hêzên Parastina Gel (HPG) dibe û li wir hevaltiya wî bi Şehîd Serhed re destpêdike.
Di sala 2011’an de, dema ku şoreşa Rojava destpêdikir, di heman tabûrê de şehîd Lewend û şehîd Serhed berê xwe didin Rojava, û di hembêza Qamîşloyekê xwîşka Nisêbînê de bi cih dibin û wiha ev saneya van dû lehengan destpêdike. Di serî de li taxa Qudurbeg û li tevahiya Qamîşlo şehîd Lewend tevî zehmetiyên bedenî ku ji ber lingê xwe dikişand, lê bi eşqa azadiyê, bi berpirsyartiya mezin ya şoreşê, bêyî ku biweste, bi lez û tevgerekê mezin, bi coş û moral û devkeniyek herî bilind ew mîna bahozekê azadiyê li nav ciwanan û malbatan, kolan bi kolan, mal bi mal digeriya û her kes radikir serpiyan, rêxistindikir û perwerde dikir. Bi vî awayî bi hezaran kes xiste tevger, ciwan jî xistin nav rêxistinbûnê û bi vî awayî mil bi milê hevalên xwe Serhed û Seydo bûn kelemê çavên dijmin û xayînan û kolanên Qamîşlo kirin gora hesapên dehan dewletan ku dixwastin kurdan bikin qurbanê pilanên xwe.
Wek gerîlayekî HPG wî gelek erk bi hev re bi rêve dibirin, di serî de jî erka xwe ya gerîlatiyê, ewî bi sedan ciwanên Qamîşlo li ser hîmê çanda Apoyî avakirin û di malan de perwerdekirin û bi vî awayî di avêtina bingehê YPG û YPJ de bi rola sereke rabû. Ji ber wê jî gel û ciwan û hêza leşkerî xwe deyndarê keda wî ya pîroz dibînin û ji bo xwe wek pêşeng esas digirin. Piştî ku şoreşa 19’ê Tîrmehê pêkhat û dijmin û xayînan berê çeteyên xwe dan Serêkaniyê, şehîd Lewend vê carê jî bi îsrara xwe di refên pêş yên lehengên kurdan, şervanên Rêber Apo û fedayiyên gelê kurd de cih girt û Serêkaniyê veguherandin qesabxane û goristanê ji bo xayîn û çeteyên dagirkeran. Bê navber, bê westan, tev kêm hejmarê û bê îmkaniyê wî, bi hevalên xwe re êrîş li ser êrîşê dibir ser çeteyan, lewre bi êrîşeke sûîqestê di 19’ê Çile sala 2013’an de li Serêkaniyê şehîd dibe û bi vî awayî soza xwe bi serdixîne. Jiyana xwe tevahî di oxira rizgariya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo de feda dike. Îro jî ew û hevalên xwe yên sozê û şoreşê, Serhed û Seydo, vane li goristana şehîd Delîl Saroxan mil dane milên hedû û riya bi sed hezaran ciwanên Kurdistanê ronî dikin.